​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Şaredariya Gel a Til Temirê 2 konên din vedan ku di rewşên awarte de wek stargeh bi kar bînin.

​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
​​​​​​​Li Til Temirê 2 konên din hatin danîn
7 sibat, 2023   10:09
 HESEKÊ

Her du kon li nêzî Çerxerêya Til Temirê hatine vedan. Konê yekê bi dirêjahiya 20 metre û firehiya 6 metreyan e, konê duyemîn jî 6 metreyan dirêj e û 3 metreyan jî fireh e.

Heyva Sor a Kurd duh li nêzî çerxerêyê konek vedabû.

Li gorî rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeyê Loey Bekir, dê tîmên tenduristiyê li nêzî konan bi cih bibin.

Duh berbangê li navçeya Bazarcix a bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bi pileya 7.7 erdhej çêbibû. Piştre bi pileya 7.6 erdhejek din li Dîlokê çêbû û li piraniya bajarên Bakur û Sûriyeyê hat hîskirin.

Li gorî bîlançoya nû, hejmara qurbaniyan li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê gihîşt 3 hezar û 432 kesan, 20 hezar û 534 kes jî birîndar bûne. Li Sûriyeyê jî hezar û 551 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 hezar û 606 kes birîndar bûne.

(cx)

ANHA