Dadgeha Fedral li ser dirêjkirina dema parlamentoya 'Herêma Kurdistanê' biryar da

Dadgeha Federal ya Iraqê ji bo dirêjkirina dema parlamentoya 'Herêma Kurdistanê' û hikumetê, biryara ne yasayî derxist.

Dadgeha Fedral li ser dirêjkirina dema parlamentoya 'Herêma Kurdistanê' biryar da
7 sibat, 2023   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 6’ê Mijdara 2022’yan de dema yasayî ya Parlamentoya 'Herêma Kurdistanê' bi dawî bû û piştre temenê parlamento û hikûmetê salek hate dirêjkirin û hîn bi awayek neyasayî herdu sazî karên xwe berdewam dikin.

Serokê 'Herêma Kurdistanê' Nêçîrvan Barzanî di 24’ê Sibata 2022’yan de bi biyarekê 1’ê Cotmeha 2022’yan weke roja hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kirîbû, lê piştre dema parlamentoyê hate dirêjkirin û roja hilbijartinê nehate diyarkirin. Dema parlamentoya Herêma Kurdistanê heta dawiya salê ye.

Li dijî dirêjkirina dema parlamento û hikumetê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî hatiye kirin. Dadgeha Federal ya Iraqê îro civiya û li ser dirêjkirina temenê parlamento û Hikumeta 'Herêma Kurdistanê' biryara xwe da.

Dadgeha Federal ya Iraqê ji bo dirêjkirina dema parlamentoya 'Herêma Kurdistan' û karên wê, biryara ne yasayî derxist.