MXDŞʹê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir

Meclisa Xweseriya Demokratîk û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, banga alîkariyê li civaka êzidî kir.

MXDŞʹê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir
7 sibat, 2023   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Saziya Malbatên Şehîda a Şengalê der barê erdheja li Bakur û Rojvayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd û dostên êzidiyan di rojên bi êş re derbas dibin, ji tevahî qurbaniyan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em dibînin ku gelê me rastî karesatekê hatiye û em di rojên giran û bi êş re derbas dibin. Em bi navê gelê Şengalê sersaxiya ji tevahiya gelê xwe re dixwazin û şîfaya xêrê ji hemû birîdaran re dixwazin. Em bang li tevahiya civaka êzidî li her derê û dostên xwe dikin, her kes li gor derfetên xwe bibe alîkar ji bo mexdûran.ʹʹ