Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê

Rêveberên Minbicê û gundewarên wê, Tebqa û Meclisa Sivîla Reqayê, tevî hejmarek welatiyan kon veddan da ku di rewşên awarte de wekî navend bi kar bînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr û bangên baldariyê
6 sibat, 2023   20:05
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê tevî welatiyên herêmê li herêmên cuda yên bajêr, kon vedan ji bo ku dema şênî ji ber erdhejan ji malên xwe derketine, li gel şert û mercên zehmet ên hewayê xwe lê bigirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ji ajansa me re wiha axivî: “Li gorî rewşa giran a li seranserê Sûriyeyê, Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê ji bo şêniyan kon veda.”

Xêr Şêxo diyar kir ku şêniyên Minbicê jî bi heman însiyatîfê rabûn û li qadên sereke hejmarek kon vedane.

Xêr Şêxo bang li şêniyên Minbicê kir ku baldar bin, berê xwe bidin konan û dûrî avahî û dîwaran bikevin.

Şêxo anî ziman ku Komîteya Şaredariyan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Tenduristiyê, bijîşk û nexweşxane ji saetên berbangê de seferber bûne. Şêxo da zanîn ku heta vê kêliyê tu rewşên wefatê li bajêr nehatine tomarkirin, tenê hin birîndarî û ziyanên madî çêbûne.

Rêveberiya Sivîl li qada giştî, qada pêşiya nexweşxaneya bajêr û qada nêzî sûka Hal 3 kon vedane. Her wiha li ser malperên medya dijîtal reqemên rewşên awarte, hewarî û ambulansan belav kirine.

Welatiyê bi navê Bedir Berho yê ji şêniyên taxa Hezawinê ya Minbicê jî anî ziman ku bi xebatekî mirovî û dildarî wan kon vedan.

Bedir Berho bang li şêniyan kir ku yekdest bin, her kesê xwedî erebeyek mezin bila amade bike da ku di rewşên awarte de bi kar bînin û got: “Di rewşên erdhejê de li avahiyên bilind nayê sekinandin. Em ji tevahî xelkê xwe yê Sûriyeyê re silametiyê dixwazin.”

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî kon vedane.

Kon li van deveran hatine vedan: Qada Mucemei, Yarîgeha Firatê, Parka Îstîklal, qada navenda çandê ya berê, parka Cewad Anzûr, pişt klînîkên giştî, taxa Bedû, parka trafîkê.

Meclisa Sivîl a Reqayê bang li welatiyan kir ku dema xeterî hîs kirin, yekser berê xwe bidin konê herî nêz.

Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî hemû pêdiviyên konan wekî mazot, sobe, betanî peyda kirin û kehrebe gihand wan.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P9UW1yp_ArE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>