​​​​​​​Rêveberiya Xweser û Heyva Sor navendên hewandinê ji bo xelkê amade kirine

Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd li seranserê navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon vedane, da ku şênî di rewşên awarte de bi kar bînin.

6 sibat, 2023   16:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi hêza 7.4 li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû. Piştre li Dîlokê bi hêza 6.4 erdhejek din rû da. Xelkê piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê û Sûriyeyê bi erdhejê hesiyan û bi heta vê kêliyê bi sedan kes bûne qurbanî.

ji ber rewşên awarte ku îhtimal e bi erdhejên din re rû bidin, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi rêya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi hevkariya bi Heyva Sor a Kurd re li Yarîgeha 12`ê Adarê, Yarîgeha Heysem Kiço yê li rojhilatê Qamişlo, kon vedan. Dê kon ji aliyê xizmetguzarî û tenduristî ve bên amadekirin. Her wiha dê tîmên tenduristiyê tevî destwerdanên lezgîn li seranserê Qamişlo bên belavkirin.

Di rewşên awarte de eger şênî neçar man ji malên xwe derkevin, dê konan bi kar bînin.

Li bajarê Kobanê yê herêma Firatê jî, Rêveberiya Xweser li Qada Şehîd Egîd, li Taxa Nû û li ser rêya Helincê kon vedane.

Li gorî Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê, li gorî şert û mercan dibe ku hejmara konan zêdetir bibe.

Heyva Sor a Kurd li navçeya Til Temirê jî konekî mezin li nêzî çarxerêya Til Temirê vedaye. Amadekarî tên kirin ku du konên din li nava bajarê Hesekê jî bên vedan (yek li nêzî Navenda Heyva Sor a taxa Til Hecer, ya din jî li taxa Neşwê), her wiha konek li kolana geracê ya navçeya Dirbêsiyê hatiye vedan.

Li navçeya Tirbespiyê jî Komîteya Rewşên Awarte li qada şaredariyê ya başûr rojavayê navçeyê du kon, li çarxerêya Azadî ya bakur rojhilatê navçeyê jî du kon vedane.

Her wiha Yarîgeha Kornîş û hola Yarîgeha Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, navendeke hewandinê li deriyê ketina navçeya Dêrikê û navendek jî li pêşiya parka Dicle ya navçeyê hatine amadekirin.

Li navçeya Girkê Legê jî hemû hol û yarîgeh hatin amadekirin.

Ji ber ihtimala rûdana erdhejên din, ji vê berbangê de bi sedan kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçar mane di van şert û mercên zehmet ên hewayê de ji malên xwe derkevin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aZazicziFWA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>