​​​​​​​Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan konê çalakiyan veda

Bi dirûşmeya “Bêdengiya CPT`ê şirîkê tecrîda li Îmraliyê ye”, Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan bi hevkariya Meclisa Sivîl a bajaroka Ciriniyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, konê çalakiyan veda.

​​​​​​​Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan konê çalakiyan veda
6 sibat, 2023   16:17
TEBQA

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêniyên bajaroka Ciriniyê, Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û rûspiyên eşîran tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Sivîl Cûma El Ehmed di çalakiyê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê jî Hevseroka Meclisa Zagonsaz Hude El Ewan axivî û lidarxistina çalakiyê pîroz kir.

Huda bal kişand ku bêdengiya CPT`ê hevkariya wê di tecrîda li ser Rêber Ocalan de nîşan dide.

Huda wiha dom kir: “Ew ê nikaribin roja me tarî bikin. Komploya li dijî ronakbîr, fîlozof û Rêber Ocalan hatiye meşandin, nîşan dide ku ew ji projeya neteweya demokratîk a ku banga rizgariya gelan ji sîstemên zordest dike, ditirsin.”

Huda destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û tunekirina sîstemên desthilatdar, ew ê li gorî fikr û felsefeya Rêber Ocalan bimeşin û têbikoşin.

Piştre têkildarî komploya navneteweyî û armancên wê sînevîzyonek hat nîşandan.

Îro, şandeyek ji Meclisên Rêveber û Zagonsaz ên Rêveberiya Sivîl, komîteyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê berê xwe da konê çalakiyê.

Tê payîn ku çalakî sibe saet di 02:00`an piştî nîvro de bi dawî bibe.

(cx)

ANHA