Jinên Êzîdî giringiya têkoşîna dijî komployê vegot

Di semînera ku jinên Êzidî têkildarî komploya 15’ê sibatê lidar xist de, li ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan hat rawestîn.

Jinên Êzîdî giringiya têkoşîna dijî komployê vegot
6 sibat, 2023   12:47
QAMIŞLO

Navenda Jinê Êzidî ya Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’yê Sibatê, îro (6 Sibat) li avahiya xwe semînerek da. Semînera ku gelek jinên Ereb, Kurd, Suryanî û Êzidî tevlî bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. 

Rêvebera Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Qamişlo Hediye Şemo di semînerê de axivî û diyar kir ku komployê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hemû gel û pêkhate kirine hedef. Hediye Şemo destnîşan kir ku Rêber Ocalan wekî avakarê teoriya netewa demokratîk ji bo azadiya gelan têkoşînek mezin meşandiye û wiha dom kir: “Tenê rêya azadiyê xêz nekiriye, di heman demê de, rêya azadiya jinê û rizgarkirina wê ji zihniyeta baviksalariyê ronî kir.”

Hediye Şemo got ku divê hemû jin ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

(zh/a)

ANHA