Rêveberiya Xweser, MSD û PYD’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê

Rêveberiya Xweser, PYD û MSDʹê bi daxuyaniyên cuda ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest.

Rêveberiya Xweser, MSD û PYD’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê
6 sibat, 2023   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê û got ji bo derbaskirina bandorên vê felaketê ew amade ne her tiştê pêwîst pêşkêş bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin: "Em diyar dikin ku em amade ne her tiştên pêwîst pêşkêş bikin da ku bandorên vê felaketê derbas bibin û alîkariyê bidin herêmên ku ziyan dîtine. Her wih em radighînin ku deriyê me li pêşiya her kesî vekiriye. Em amade ne di warê tenduristî û nexweşxaneyan de destekê pêşkêş bikin û kesên ji derveyî herêmên me yên ku ziyan dîtine pêşwazî bikin.

Di heman demê de em bang li tevahî saziyên xwe dikin ku ji ber hebûna avahiyên hilweşiyayî, qurbanî, birîndar û windahiyan serfer bibin, hemû îmkanên xwe bixin xizmetê û pêwîstiyan wan bicih bînin. Sersaxî ji gelê Sûriye û malbatên qurbaniyan re. Ji birîndaran re şîfaya lezgîn.”

Di daxuyaniya MSDʹê de jî hat gotin: "Bi xemgînî em nûçeyên biêş ên erdheja ku gihişt herêmên berfireh ên Sûriyeyê, nemaze herêmên sînorî yên di navbera Sûriye û Tirkiyê de û gelên Sûriye û yên Tirkiyeyê pêbandor bûn, dişopînin.

Li gorî daneyên destpêkê, li Sûriyeyê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye û ziyan gihaşt milkên wan.

Ev felaket girîngiya nêzîkbûn û jiyana hevbeş pêwîst dike. Êş yek e lê bandor li me hemûyan kir.

Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin birîndaran û kesên ku di bin enqazan de asê mane. Navendên ewle û mercên ewle yên parastina ji bandorên bahoz, serma û berfê, bi taybet ji zarok û kesên bitemem re peyda bikin.

Her wiha em bang li hemû saziyên têkildarî qada tenduristî, alîkariye û parastina sivîl dikin ku ji bo bicihanîna pêwîstiyên sereke bixebitin.

Dîsa jî em bang li hemû aliyên navneteweyî dikin ku der barê vê karestê de tedbîrên parastina sivîlan bigirin.  Ev kareset, piştevaniya mirovî li me ferz dike. Di heman demê de li ser me ferz dike ku bi rêya lihevkirin, diyalogan û rêbazên aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Rehmet ji kesên ku di vê kareseta trajedîk de jiyana xwe ji dest da û şîfaya lezgîn ji birîndaran re."

PYDʹê jî di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê re û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest. PYDʹê di daxuyaniya xwe de got: "Em bang li tevahî gelên herêmê dikin ku di demên wisa zehmet û awarte de hevgirtî bin û piştgiriyê bidin hev."

(bb)