Li Reqayê serçeteyekî DAIŞʹê hat girtin

Yekîneyên Taybet ên QSDʹê di operasyonekê de serçeteyekî DAIŞʹê li Reqayê girt.

Li Reqayê serçeteyekî DAIŞʹê hat girtin
6 sibat, 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê daxuyand ku di operasyoneke hêzên wan a taybet de serçeteyekî DAIŞʹê yê "rêveberê wîlayeta Şamê" hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"1ʹê Sibatê yekîneyên me li taxa Rimêla ya Reqayê girt ser malekê ku kesê bi navê Xelef Ebdullah Ebû Ubeyda El Şamî xwe tê de veşartibû û ew girt. Kesê bi navê Ebû Ubeyda El Şamî wezîfeya ʹemîrê îdarî yê wîlateya Şamêʹ ya girêdayê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst girtibû.

Di lêpirsîna destpêkê de El Şamî li xwe mikur hat ku berpirsê kar û barên îdarî yê rêxistina terrorist e, bi taybet berpirsê saziyên malbatên kuştî û birîndarên rêxistinê yê li Sûriyeyê bû."

(bb)