Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şêxmeqsûdê 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şêxmeqsûdê 6 kesan jiyana xwe ji dest da
6 sibat, 2023   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên berbangê de bi pileya 7.4 erdhejeke dijwar li navçeya Bazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê rû da û bandor li herêmên rojavayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.

Ji ber erdhejê li taxa Şêxmeqûd a Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji kesên jiyana xwe ji dest daye, navên Sandra Îbo (11), Rewan Îbrahîm (16) û Xalid Hemo (28) hatin zanîn. Her tevî zarokekî bi giştî 11 kes birîndar bûne.

Li Kobanê jî 3 birîndar gihaştin nexweşxaneyên bajar. Navên birîndaran ev in: Sultan Ebullah Calo ( 23), Emîne Hec Muslim (52) û Ferhad Mehmûd Mistefa (25).

Li Minbicê jî 3 birîndar gihaştin nexweşxaneyê.  Navên birîndaran ev in: Êlîn Ferzat (8), Ensen Xelîl (13) û Cuma Fûad Salih (28). Birîna Cuma Fûad Salih giran e.

Li gundên Babinis û Til Qerah ên kantona Şehbayê 3 kes  birîndar bûn. Navên birîndaran wiha niha; Zehredîn Cabir (60), Dilîşan Hemlîko (36) û Ebdo Hebîb Elo (4).

Her wiha ziyanên mezin gihaştin malên welatiyan. Ziyana herî mezin li kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bûn ku gelek mal û avahî hilweşiyan.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji bo şêniyên ku malên wan zirar dîtiye, navendên alîkariyê amade kirine.

)bb)

ANHA