TEV-DEMʹê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest

TEV-DEMʹê sersaxî da malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

TEV-DEMʹê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest
6 sibat, 2023   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê sersaxî da malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Di peyamê de tê gotin: "Destpêkê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Em bi hêvî ne ku di zûtirîn demê de kesên di bin enqazan de werin derxistin."

TEV-DEMʹê desthilata dewleta Tirk rexne kir ku erkên xwe yên xizmetê li herêmên Bakurê Kurdistanê paşguh kirine.

(bb)