Li Kobanê û Minbicê 5 kes ji ber erdhejê birîndar bûn

Ji ber erdheja dijwar a ku bandor li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî kir, li Kobanê û Minbicê 5 kes birîndar bûn.

Li Kobanê û Minbicê 5 kes ji ber erdhejê birîndar bûn
Li Kobanê û Minbicê 5 kes ji ber erdhejê birîndar bûn
Li Kobanê û Minbicê 5 kes ji ber erdhejê birîndar bûn
Li Kobanê û Minbicê 5 kes ji ber erdhejê birîndar bûn
6 sibat, 2023   07:28
KOBANÊ

Erdheja ku îro li Bazarcix û Dîlokê pêk hat, li bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî hejandin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bidest xistine, li Kobanê û Minbicê yek ji wan jin, bi giştî 5 kes birîndar bûn. Kesên birîndar veguhestin nexweşxaneyan. 

Navên kesên li Kobanê birîndar bûne wiha ne: Sultan Abdullah Celeo (23), Ferhad Mehmud Mustefa (25) û Emîne Heci Mislim (52) .