Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê navendên alîkariyê hatin amadekirin

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji bo şêniyên ku malên wan di erdhejê de zirar dîtiye, navend amade kirin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê navendên alîkariyê hatin amadekirin
6 sibat, 2023   08:29
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji bo şêniyên ku malên wan zirar dîtiye, navend amade kirin.

21 komînên rojhilatê Şêxmeqsûdê li gorî perspektîfên Meclisa Giştî şêniyên rojhilatê taxê birin navendên ku li Parka Arîn Mîran a Eşrefiyeyê û Parka Efrîn a li rojhilatê taxê, mizgeft, dibistan û qadên giştî yên her du taxan, heta ku malên wan bi ewle dibin.

(şx)

ANHA