​​​​​​​Li Suriyê hejmara qurbaniyên erdhejê derket 237’an

Hejmara kesên ku li bajarên Suriyeyê ji ber erdheja dijwar jiyana xwe ji dest dan, derket 237 kesan. 639 kes jî birîndar bûn. 

​​​​​​​Li Suriyê hejmara qurbaniyên erdhejê derket 237’an
6 sibat, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya encama erdhejên ku li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakûr li pey hev bi pîleya 7.4, 6.4 û 6.5 pêk hatin û li Suriyeyê jî rê li ber ziyanek mezin a canî û madî vekir, giran dibe. Li gorî agahiyên rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Laziqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran destnîşan kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 237’an, yên birîndar jî bûn 639.