`Divê hikûmeta Şamê kiryarên dewleta Tirk ên bi serê Sûriyê kirine ji bîr neke`

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed hikûmeta Şamê ji nêzîkbûna bi dewleta Tirk a dagirker re hişyar kir û got: ”Divê hikûmeta Şamê kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker bi serê Sûriyê û gelê wê de pêk anîne ji bîr neke.”

`Divê hikûmeta Şamê kiryarên dewleta Tirk ên bi serê Sûriyê kirine ji bîr neke`
6 sibat, 2023   01:50
REQA- EHMED El ESAF

Piştî sarbûna pêvajoya nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê de, ev mijar bi daxuyaniyên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker re dîsa kete rojevê ku pêwîst e Îran di vê pêvajoyê de, hazir be.

Di vê çarçoveyê de, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed hikûmeta Şamê ji nêzîkbûna bi dewleta Tirk a dagirker re hişiyar kir.

El Ehmed dîroka sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê bi bîr xist û got: “Divê hikûmeta Şamê kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker bi serê Sûriyê û gelê wê de anîne, ji bîr neke û bi lez û bez ber bi dagirkeriya Tirk ve neçe.”

El Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha dewam kir û got: “Sîstema Tirkiyê ji 2012`an ve bûye sedema xerabkirina Sûriyê û rol di wêrankirina binesaziya welêt, talankirin kargeh û xêrûberaketên Sûriyê de lîst. Her wiha piştgirya çeteyên DAIŞ`ê jî kir.”

(zh/şx)  

ANHA