Endamên Akademiya Civaka Demokratîk: CPT`ê bi erka xwe ranabe

Rêverberên Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê gotin CPT’ê bi erka xwe ranabe, lê belê xizmeta berjewendiyên dewletan dike, her wiha komîte li hember rewşa girtîgeha Îmraliyê bêdeng dimîne.

Endamên Akademiya Civaka Demokratîk: CPT`ê bi erka xwe ranabe
5 sibat, 2023   23:40
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin û rewşa wî ya tenduristiyê bizanin. Li hember vê yekê rêxistinên mafên mirovan bi taybet Komîteya li dijî Îşkencyê (CPT) bêdeng in.

/kr/uploads/files/2023/02/05/190901_-.webp

Der barê mijarê de semînerdara Akedemiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya Minbicê Neqşiyê Xelîl ji ajansa me re axivî û got: ”Ev bû 24 sal in komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên desthilatdar ve tê meşandin. Bi armanca ku fikr û felsefeya wî ji gel û doza bingehîn dûr bixin, ji ber ku fikrê wî mufteya çareseriya pirsgirêkan û gelek dozên girêdayî Rojhilata Navîn e.”

AZADIYA RÊBER OCALAN, AZADIYA HEMÛ GELÊN HERÊMÊ YE

Neqşiyê diyar kir ku rejîmên desthilatdar û dewletên kapîtalîst ne azadiya gelan û ne jî avakirina civakeke azad û demokratîk li xweşiya wan diçe, lê belê dixwazin civakên bindest ava bikin da ku bikarin mal û milkên wan talan bikin,  ji bo wê jî dît ku projeya netewa demokratîk a ku Rêber Ocalan daye pêş, li dijî plan û armancên wan e.

Neqşiyê li ser rola CPT`ê jî got: “Komîteyê di vê dawiyê de serdana girtîgeha Îmraliyê kir û tu agahî der barê rewşa Rêber Ocalan de nedan û bi erka xwe ranebû, lê belê ew xizmeta  berjewendiyên navneteweyî û biryarên siyasî yên dewletên desthilatdar dike.”

Neqşiyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan ew dê bi hêz û derfetên xwe bixebitin ji ber ku azadiya wî azadiya hemû gelên li herêmê ye.

/kr/uploads/files/2023/02/05/190839_-1.webp

Rêveberê Akademiya Şehîd Îsmaîl Musa Mehmûd Bekro got: “Dewleta Tirk a dagirker tecrîda ku li ser Rêber Abdllah Ocalan ferz kiriye, dibîne ku nêrîn û analîza wî çareseriya hemû pirsgirêkên girêdayî Rojhilata Navîn bi taybet Sûriyê ne, ji ber wê jî wê tecrîd giran kiriye.”

Bekro destnîşan kir ku dema ku birayê Rêber Ocalan, Mihemed Ocalan serdana wî kiriye, peyamek  ji hemû  gelê herêmê, eşîrên Ereb re şand û tê de rêyên çareserkirina qeyranên li herêmê diyar kirin.

Bekro di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got ne tenê dewleta Tirk a dagirker bepirsyar e, her wiha hemû dewletên desthilatdar û kapîtalîst şirîkên wê ne, ji ber ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê metirsiyeke mezin e.

Her wiha Bekro anî ziman ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û parêznameyên wî, rêya gelê herêmê ronî kir û mirovahî vegerand rewşa xwe ya cewherî.

(zh/şx)

ANHA