​​​​​​​Delegeyên Konferansa Jinên Ciwan: Tecrîd li dijî gelê Kurd û hemû jinan e

Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Delegeyên ku beşdarî konferansê bûne, diyar kir “Wek jinên ciwan em ê li hember tecrîda girankirî, birêxistinûbna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe geş bikin.”

​​​​​​​Delegeyên Konferansa Jinên Ciwan: Tecrîd li dijî gelê Kurd û hemû jinan e
6 sibat, 2023   04:27
QAMIŞLO

Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Sêyemîn a Herêma Cizîrê duh li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat lidarxistin.

500 delege, endamên Kongra Star, HPC-Jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, YPJ, Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî konferansê bûn.

Delegeyên ku beşdarî konferansê bûn, ji ANHA’yê re nêrînên xwe parve kirin.

/kr/uploads/files/2023/02/05/191137_nura-hasen.webp

Nûra Hesen ku ji bajarê Dirbesiyê beşdarî konferansê bû, da zanîn ku di konferansê de gelek xalên girîng ên li ser têkoşîna jinên ciwan û birêxistinkirina Yekitiya Jinên Ciwan hatin nirxandin. Nûra wiha berdewam kir: “Konferansa me di demeke pir girîng de çêbû. Em nêzî 15’ê Sibatê dibin. Ji ber vê em ê bi vê biryardariyê tev bigerin.”

/kr/uploads/files/2023/02/05/191119_can-silo.webp

Can Silo jî got: “Mijarên ku herî zêde em girîngiyê pê bidin, tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo ye. Di heman demê em wek jinên ciwan di nava şer ê gel şoreşgerî de cihê xwe digirin ji bo ku em destkeftiyên xwe biparêzin.”

/kr/uploads/files/2023/02/05/191155_.webp

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hena Hesen jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Tecrîd ne tenê li ser rêber Apo tê meşandin, di şexsê rêber Apo de li ser tevahiya Kurdan û jinan tê meşandin. Em tecrîdê şermezar dikin û heta ku em bi fizikî Rêberê xwe azad nekin em ê her di qadan bin.”

ANHA