Wezîrê karên derve yê Rûsyayê gihaşt Bexdayê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf ragihand ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihaşt Bexdayê.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê gihaşt Bexdayê
5 sibat, 2023   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

El Sehaf daxuyand ku Sergey Lavrov li gorî serdaneke fermî gihaşt Bexdayê û eşkere kir ku dê bi her sê serokatiyan re bicive. Niha li gel hempîşeyê xwe cîgirê serokê meclisa wezîran û wezîrê karên derve Fuad Hisên rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî nîqaş dike.

El Sehaf di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Lavrov û şandeyeke payebilind a ku ji 25 dezgehên çapemeniyê û xwedî şîrketên mezin ên petrol û gazê pêk tê, li Bexdayê ye.

Demeke berê, El Sehaf destnîşan kiribû şandeya rûsî dê ji sibe ve civîn û hevdîtinan bi rayedarên Iraqê re li dar bixe. Di nav de serokwezîr Mihemed Şiya El Sûdanî heye. El Sehaf diyar kiribû ku serdan di çarçoveya pêşxistina rola Iraqê de di koordînekirina têkiliyên herêmî û navneteweyî de pêk tê.

(şx)