​​​​​​​Heyva Sor a Kurd careke din alîkarî li yên ji avahiya hilweşiyayî zirar dîtine belav kir

Heyva Sor a Kurd  careke din alîkariyên mirovî ji xizmên kesên ji ber hilweşîna avahiya li taxa Şêxmeqsûdê zirar dîtine, pêşkêş kir. Her wiha alîkariya madî ji ciwanê bi navê Mistefa Îbo re pêşkêş kir ku ji qezayê filitiye.

​​​​​​​Heyva Sor a Kurd careke din alîkarî li yên ji avahiya hilweşiyayî zirar dîtine belav kir
5 sibat, 2023   17:41
HELEB

22`yê Çileya borî, avahiyeke 5 qatî kolana Merûf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hilweşiya.

Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes ji wê qezayê filitîn; Cemal Carûr (60) û Mistefa Îbo (17).

Heyva Sor a Kurd careke din alîkariyên madî li kesên zirar dîtine belav kir û ji Mistefa Îbo re ku malbata xwe hemî ji dest da, 15 milyon lîre pêşkêş kir.

Alîkariyên madî yên Heyvê ji kesên din re pêşkêş kirine ku malên wan li rex avahiya hilweşiye, di navbera 2 milyon heta 5 milyonan de ye.

Têkildarî mijarê endamê Heyva Sor a Kurd a Helebê Reşîd Şewqî got: “Beriya vê jî me alîkarî ji wan re pêşkêş kir. Ew berpirsyariyên me ne. Îro jî me hin alîkarî ji malbatan re pêşkêş kir ku malên wan li rex avahiya hilweşiya ne û zirar dîtine. Her wiha me careke din alîkarî ji Mistefa Îbo re pêşkêş kir.”

Heyva Sor a Kurd di 25`ê Çileya borî de alîkarî ji wan re pêşkêş kiribû û lêçûna dermankirina Mistefa Îbo û Cemal Carûr girtibû ser xwe.

(şx)

ANHA