Salvegera girtina damezrînerê projeya neteweya demokratîk: Divê Kurd û Ereb vê projeyê zindî bikin - Ferînaz Etiyê

Salvegera girtina damezrînerê projeya neteweya demokratîk: Divê Kurd û Ereb vê projeyê zindî bikin - Ferînaz Etiyê
6 sibat, 2023   00:41

Piştî çend rojên din salavgera 24ʹan a revandina birêz Abdullah Ocalan e. Ev bûyer dilê Kurdan û tevahî hezkiriyên aştî, edalet û demokrasiyê êşand. Birêz Abdullah Ocalan sembola doza kurdî ye, xwediyê projeya neteweya demokratîk e ku projeya herî mezin a aştî û jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye. Bi hevkariya Amerîkayê birêz Abdullah Ocalan ji aliyê îstîxbarata Tirk ve ji Kenyayê hat revandin. Piştre wî şandin Tirkiyeyê. Birêz Ocalan niha li gireva Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de hatiye ragirtin. Bi vê tecrîdê dixwazin doza kurdî têk bibin, nîşaneyên wê biçewisînin û alîgirên wê tune bikin. Heman demê hewl didin ramanê birêz Ocalan di hundirên dîwarê Îmraliyê de bifetisînin û tevgera rizgariyê ya gelê Kurd a li hemberî terora dewleta Tirk bitemirînin. Dewleta Tirk heta niha bi hinceta têkoşîna li dijî terorê û parastina ewlehiya sînorê Tirkiyê dide pey Kurdan, wan  diçewisîne, qetil dike û malên wan wêran dike.

Pirsgirêka Kurdan vedigere rojên destpêkê yên avakirina komara Tirk a nûjen ku di sala 1923ʹan de bû. Ji wê dîrokê ve gelê Kurd ji aliyê hikumetên Tirk yên ku li pey hev dihatin ve, tê paşguhkirin û înkarkirin. Piştî ku AKPʹê di dawiya sala 2002ʹyan de gihişt ser desthilatdariyê û ji zêdetirî 80 parlamentoyên Kurd di parlamentoyê de cih digirin, AKPʹê hewl da pirsgirêka kurdî bixe rojevê da ku were çareserkirin. Di 2009ʹan de hikumeta AKPʹê însiyatîfeke demokrasiyê ragihand. Ev însiyatîf ji bo kêmneteweyên li welat e. Armanca sereke ya vê însiyatîfê neteweya Kurd e ku hejmara Kurdan li Tirkiyeyê 15 mîlyon derbas dike. Ev însiyatîf şeklî û binkeftî bû, ji ber ku di rastiyê de ji bo Kurdan tu gav nehatin avêtin, lê belê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve înkarkirî man. Belkî rewş ji wisa kampaxtir bû. Dewleta Tirk bi nêrîneke bi guman û wekî welatiyên asta duyemîn li Kurdan dinêrînin. Ji wê zêdetir wekî ku Kurd kelemek di pişta civaka Tirk de ne û her timî jêdera fikar, tevlihevî û çalakiyên terorî nêzî Kurdan dibûn.

Ji vir rastiya hewldana domdar a Tirkiye ya çewistandina Kurdan û Kurdên ku banga mafên xwe yên rewa nakin jî, eşkere dibe. Dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurdan ji holê rake û di çarçoveya tima û çavnebariyên xwe yên siyasî û aborî yên li Rojhilata Navîn de bi kar bîne. Lê mixabitin bi hevkariya hejmarek dewletên rojavayî û herêmî yên xwedî berjewendî, zulma li ser Kurdan dewam dike. Hewl didin hêviyên Kurdan ên jiyaneke azad, aştiyane, mîna neteweyên din bi awayekî wekhev li welatên ewle bijîn, tune bikin.

Ev yek eşkere di nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê de xuya dibe. Dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî, erebî û herêmî de li sivîlên li van herêan dide û wan koçber dike. Dewleta Tirk hin herêmên bakurê Sûriyeyê dagir kirin, Efrîn bi xwe mînak e û hewl dide vê herêmê ji welatê dayikê qut bike, xêr û bêra wê talan dike, çanda wê ji holê radike, şûnwarên wê didize, kiryarên tundî, koçberiya bi darê zorê û guhertina demgorafîk li hemberî niştecihên Kurd pêk tîne. Tevî van hemûyan cîhan bêdeng e.

Ji vî bingehî, em li pêşberî projeya berfirhebûnê ya Tirkiyeyê ne. Cîhan jî bi krîzan, mîna krîza Ukrayna û bandorên wê yên siyasî mijûl e. Dewleta Tirk hewl dide rola pragmatîk di navbera aliyên aloziyê de bilîze da ku berjewendiyên siyasî û aborî qezenc bike û li gorî berjewendiyên xwe rewşa jeopolîtîka biguherîne. Ji ber vê yekê hevgirtina Ereb û Kurdan ferzek e. Divê Ereb û Kurd bi destekê li hemberî proje û zêdegaviyên dewleta Tirk bisekinin. Divê pirsgirêka kurdî baş bixwînin û fam bikin. Ji ber Tirk Kurdan bi terorîst  û cudexwazan bi nav dike û bi vê yekê dixwaze bendeke dirûnî û ewlehî û tirsê bide avakirin ku gefan li gelên Ereb dixwin. Her wiha dewleta Tirk Kurdan wekî jêdera tehdîdkirina neteweya Ereb dibîne. Lê ev ne rast e, ya rast Kurd ne dijberê Ereban e.

Li ser vê yekê divê Ereb û Kurd fêm bikin ku çarenûsa wan hevbeş e, xwedî nirx û dîrok in. Heman demê karîn û serwertên hevbeş û welatên hevbeş hene. Divê  Ereb û Kurd di çarçroveya neteweya demokratîk de welatên xwe yên hevbeû biparêzin. Projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye damezirandin, di aliyê aborî de jî dikeve xizmeta welat, piştgiriyê dide sîstema nenavendî û kapasîteyên aborî yên xwecih xurt dike ku di vê serdemê de pêwîstiya welatê me, bi taybet welatên Ereb pê heye.

Li aliyekî din modela neteweya demokratîk ji nakokiyên mezhebî û nîjadperastî re modeleke bi bandor peyda dike. Ev model wêneyeke xweşik a demokrasî, hemwelatîbûn, jiyana hevbeş û îstiqrarê pêşkêş dike. Ji wê zêdetir neteweya demokratîk cihe dide azadiya jinan û pêşxistina rola wan di qadên siyasî, civakî û aborî ku daxwazeke sereke ya civakên Ereb û yên Rojhilata Navîn e. Ev yek ji her kesî re eşkere dike ku berjewendiyên Ereb û Kurdan tên gel hev û ne nakok in.

Çalakvana siyasî û mamosteya zanista siyasî ya ji Misirê Dr. Ferînaz Etiyê

(bb)