​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana xwe ya kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne, didomîne.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser serdana deverên dorpêçkirî kirin
5 sibat, 2023   12:55
ŞEHBA

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El Ebid, hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Ebîr Xalid, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Meryem Mihemed û cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Ciwan Fadil pêk tê.

Şandeya serdana Meclisa Navçeya Til Rifetê, Meclisa Navçeya Şêrawa, kampên Berxwedan, Serdem û Veger, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, Kongra Star, TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Nivîsgeha MSDʹê ya Şehbayê, PYD, Partiya Sûriya Pêşerojê, Mûdîriyeta Şûnwaran, HPC, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê û Şaredariya Şêxmeqûsdê, Nexweşxaneya Avrîn, Nexweşxaneya Til Rifet, Heya Sor a Kurd kir.

Di serdanê de behsa astengiyên ji ber ambargo û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li pêşiya şêniyan û xebatên şaredariyan hatin kirin.

Her wiha şandeyê bi rûspiyên eşîrên El Bû Xemîs, Bobena, Bû Betreş, Cîsat  û El Ebû Îsa re civiya. Di hevdîtinê de behsa siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên li dijî herêmê hatin kirin.

(bb)

ANHA