Şêniyên Minbicê ambaroya li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê şermezar kir

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêma Şehbayê ferz kiriye, li Minbicê hat şeremzarkirin.

Şêniyên Minbicê ambaroya li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê şermezar kir
5 sibat, 2023   12:39
MINBIC

Bi armanca şermezarkirina ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ferz kiriye, Meclisa Minbicê ya Kombûna Jinan Zenûbiyayê mîtingeke li pêşiya Stada Şeşgoşe li dar xist.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên partiyên siyasî, koçberên Şehba û Efrînê beşdarî mîtingê bûn. Di mîtingê de wêneyên mexdûrên avahiya hilweşiyayî  ya li Şêxmeqsûdê hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Na ji ambargo û mirina zarokan re", "Em hemû fedaîyê Şêxmeqsûdê ne" hatin vekirin.

Berdevka Meclisa Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyda Hinêzil daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê hat şermezarkirin û bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ambargoyê rake û mafên welatiyan mîsoger bike.

Piştre jî cîgira hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Şehrîban Çawîş daxuyaniyê meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana şêniyan a li hemberî ambargoyê hat silavkirin û ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re sersaxî hat xwestin.

Her wiha heta gotin ku armanca ji polîtîkayên ambargoyê birçîkirina şêniyan e.

Bi navê partiyên siyasî yên li Minbicê, endama meclisas PYDʹê ya Minbicê Bêrîvan Mehmûd jî daxuyanî xwend.

Bêrîvan Mehmûd ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Helebê şermezar kir û got: "Em patiyên siyasî yên bajarê Minbicê dibêjin êşa gelê me êşa me ye. Gelê me yên li deverên dorpêçkirî ne bi tenê ne. Em jî bi wan re ne."

(bb)

ANHA