​​​​​​​QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSDʹê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 3 şervanan derewandin.

​​​​​​​QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
5 sibat, 2023   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yên tiwîtterê parve kiriye ragihand ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên der barê şehîdbûna 3 şervanên wan de ne rast in.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk roja 3ʹyê Sibatê daxuyanî da û îdia kir ku di vê rojê de 3 şervanên me şehîd bûne. Ev îdiayên wan ne rast in."

(bb)