Li Zaxoyê agir bi kampekê ket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Li kampa Çemişko ya li Zaxoyê ku bi giranî Şengalî lê dimînin, agir bi 4 konan ket. 2 zarokan Şîa yên Şengalî jiyana xwe ji dest da.

Li Zaxoyê agir bi kampekê ket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
5 sibat, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kampa Çemişko ya penaberên Şengalî lê dimînin, a ser bi bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê agir bi konan ket.

Li gorî agahiyan, 4 kon şewitîne, 2 zarokên Şîa yên Şengalî ku yek û çar salî bûn, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan, şewat ji ber elektrîkê bi konan ketiye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku dema dawî bûyerên şewatê yên li kampên Êzidiyan pir zêde bûye.