Li herêma bêçek çeteyek û 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyekî Heyet Tehrîr El Şam û endamekî hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Idlibê û Helebê di encama topbarana navbera her du aliyan de hatin kuştin.

Li herêma bêçek çeteyek û 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
5 sibat, 2023   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama topbarana navber hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El Mubîn de li eniya Foca 46`an a rojavayê Helebê, çeteyekî Heyet Tehrîr El Şam hate kuştin.

Her wiha di topbarana navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikumeta Şamê de li eniyên gundewarê Idlibê yên herêma bêçek, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li herêma bêçek hedefgirtin, sûîqest û topbaran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de dem demê zêde dibin.

Bi daneya nû re, hejmara endamên hêzên hikumeta Şamê, welatî û çeteyên di hedefgirtina herêma Bêçek de ji destpêka 2023`yan ve hatine kuştin derket 85 kesan. Her wiha zêdetirî 50 endamên hêzên hikumeta Şamê, welatî û çete birîndar bûne.

(dm/şx)

ANHA