​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi derfetên xwe taxê paqij dike

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku ji ber ambargoya hikûmeta Şamê xebatên xizmetguzariyê hatine astengkirin, şênî bi derfetên xwe taxê paqij dike.

​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi derfetên xwe taxê paqij dike
5 sibat, 2023   00:10
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Xebatkarên paqijiyê yên Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê nikarin xebatên paqijiyê bimeşînin, ji ber ku di encama dorpêçkirina ji aliyê Firqeya 4'an a hikumeta Şamê, mazota pêwîst ji bo karkirina wesayîtên paqijiyê peyda nakin.

Piştî ku şaredariyê ji ber dorpêçê xebatên xizmetguzariyê rawestandin, şênî bi derfetên xwe taxê paqij dikin. Her wiha 23 karker erka paqijkirin û komkirina çopê ji kolanan pêk tînin û bi rêya 5 alavên  gemar û çopê vediguhêzin cihê wê yê diyar.

2 karker li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê, 11 karker jî li rojhilatê taxê û 10 jî li taxa Eşrefiyê li gorî vê sîstemê kar dikin.

Xebatkarên paqijiyê ji saet 06:00`an eya 14:00`an bi melkes û alavên biçûk ên gmarê kolanên her du taxan paqij dikin.

`PAQIJKIRIN KARA ME YEʹ

/kr/uploads/files/2023/02/04/192832_-.webp

Yek ji xebatkarên paqijyê yê li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, Îsam Şêx Ehmed ji ajansa me re axivî û got: “Paqijkirina taxê karê me ye û em ê bi hemû hêza xwe û karînên xwe pêşî li qirêjiyê li kolanan bigirin.” 

Şêx Ehmed wiha domand: “Em di nava hefteyekê de bê destûr û bênavber li gorî derfetên xwe kar dikin ji ber ku di encama dorpêça li ser taxê de mazot nemaye.”

Ji bo parastina ji nexweşiyên giran ên ji gemarê çêdibin Ehmed bang li şêniyan kir ku alîkar bin û got: “Em karkerên paqijiyê bi karê xwe radibin û daxwaza me ew e ku şênî bi me re taxan paqij bikin û li gorî tedbîrên ji aliyê şarêdariyê ve hatine girtin, ji bo parastina paqijiya taxên me tev bigerin.” 

KAR GIRAN E, LÊ EM BERDEWAM DIKIN

/kr/uploads/files/2023/02/04/192812_-.webp

Xebatkarê din ê paqijiyê yê li rojhlatê taxê kar dike Ebdo Mistefa diyar kir ku bi hebûna sotemeniyê karê wan hêsan bû, lê niha pir zehmet bûye, ruxmî wê jî ew dest ji paqijkirina her du taxan bernadin.   

Mistefa destnîşan kir ku hebûna sotemeniyê ji bo karê xwe bikin, ne girîng e û got: “Em ê bi hemû hêza xwe xizmeta taxên xwe bikin û karê xwe ranwestînin. Ji ber ku heke çop li kolanan bimîne, wê nexweşî belav bibin. Em dê xwe bispêrên hêza xwe û karê xwe berdewam bikin.”

(zh)

ANHA