​​​​​​​Di çalakiya gerîla de leşkerekî Tirk hate kuştin

Di çalakiyeke gerîla de li Çemçoyê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin. Her wiha êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî dewam dikin.

​​​​​​​Di çalakiya gerîla de leşkerekî Tirk hate kuştin
4 sibat, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da

“Di encama çalakiyên hêzên me de dagirker hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla, du caran bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirine wisa ye;

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê:

Di 3’ê Sibatê de saet 11.30’an de li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê tîmên me yên gerok bi taktîka sûîkastê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. 

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî:

Di 3’yê Sibatê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 2, 3 û 4’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM, herêma Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”