​​​​​​​Dewleta Îranê li dijî jinan pergaleke nû ya çavdêriyê dixe meriyetê

Rayedarên hikumeta Îranê diyar kir ku jinên li gorî “zagona hîcabê” tev negerin dê cezayên giran li wan bibirin û da zanîn ku ew ê sîstemeke nû ya çavdêriyê bixin meriyetê.

​​​​​​​Dewleta Îranê li dijî jinan pergaleke nû ya çavdêriyê dixe meriyetê
4 sibat, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Komîsyona Daraz û Hiqûqa Parlamentoyê ya Komara Îslamê ya Îranê daxuyaniyek da û gefa cezayên giran li jinan hat xwarin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê sîstemeke bi navê “sîstema çavdêriyê” were danîn û dê tedbîrên ji bo hîcaba bi darê zorê zêdetir bikin, jin û zarokên keçîn ên ku li gorî zagona hîcabê tev negerin dê cezayên giran li wan werin birîn. Her wiha dê ji bo pêkanîna zagona hîcabê jin dê bi rêya peyamên telefonan werin hişyarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jinên ku li gorî zagona hîcabê tev negeriyane, cezayê hişyariyê û cezayê pere dê bigirin, ji mafên xizmeta civakê werin bêparkirin, nasnameya wan neyê nûkirin.”

Her wiha hate gotin ku li bajaran ji bo tesbîtkirina kesên hîcabê li xwe nakin di demek nêz de dê sîstema çavdêriyê çêkin û dê bi vê sîstemê navên jinan aşkera bikin û ceza lê bibirin.