Kesayetê welatparêz Mistefa Osman wefat kir

Kesayetê welatparêz Mistefa Osman ku li Kobanê bi navê ‘Çelo’ tê naskirin, di temenê xwe yê 75 salî de jiyana xwe ji dest da.

Kesayetê welatparêz Mistefa Osman wefat kir
4 sibat, 2023   10:38
KOBANÊ

Mistefa Osman sala 1948ʹan li gundê Kor Elî ê li rojavayê Kobanê ji dayik bû. Mistefa Osman di sala 1975ʹan de neçar ma ku biçe Bakurê Kurdistanê û li wir bijî û li wir tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir.

Di navbera sala 1976 û 1977ʹan de Mistefa Osman li bajarê Dîlokê bi şehîdê enternasyonalîst Hakî Karar re kar kir. Her wiha di pêvajoya derbasbûna rêber Abdullah Ocalan ji Bakurê Kurdistanê bo Rojava de, di Tîrmeha 1979ʹan de kedeke mazin da. Pê re jî mala xwe ji Dîlokê anî gundê xwe Kor Elî yê Kobanê.

Mistefa Osman bi salan kadroyên tevgera rizgariya Kudistanê yên ji Bakur derbasî Rojava dibûn, pêşwazî kirin.

Şehîd Mistefa Osman li ber destê rêber Abdullah Ocalan perwerde li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dît û gelek salan li Rojava bi endamê Desteya Rêveber a PKKʹê Murat Karayilan re xebitî.

Di sala 1990ʹî de Mistefa Osman ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî hewldana suîqestê hat. Ji ber vê yekê neçar ma ku mala xwe bibe taxa Eşrefiyê ya Helebê.

Li Helebê jî tevî zextên hikumeta Şamê, têkoşer Mistefa Osman çalakiyên xwe dewam kirin lê di sala 1997`an de ji aliyê hikumeta Şamê ve hat girtin, 4 salan di girtîgeha Seydnayayê de hat girtin û îşkence lê hat kirin.

Mistefa Osman di sala 2001ʹê de ji girtîgehê derdikeve û rewşa wî ya tenduristiyê xirab dibe. Tevî vê yekê jî karê xwe di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de didomîne.

Piştî têkoşîna 22 salan têkoşer Mistefa Osman, 1ʹê Sibatê ji ber nexweşiya şekir li nexweşxaneyeke li Şamê wefat kir.

Cenazeyê Mistefa Osman dê îro li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê were veşartin.

(zh)

ANHA