​​​​​​​ʹDewleta Tirk bi cezayên dîspîlînê mafê hêviyê asteng dikeʹ

Parêzer Xalid Omer û Mistefa Muslim da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca astengkirina biryara DMMEʹyê ya pêkanîna mafê hêviyê "cezayên dîspîlînê" li rêber Ocalan biriye. Parêzeran destnîşan kir ku CPT'yê ne serbixwe ye.

​​​​​​​ʹDewleta Tirk bi cezayên dîspîlînê mafê hêviyê asteng dikeʹ
3 sibat, 2023   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê (Omer Xeyrî Guner, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş) roj bi roj girantir dike û "cezayên dîspilînê" li wan biriye. Ji nêzî 23 mehan ve tu agahî ji Îmraliyê nehatine girtin.

Endamê Desteya Parastina birêz Abdullah Ocalan, parêzer Xalid Omer der barê binpêkirinên qanûnî yên li dijî rêber Ocalan de da zanîn ku derveyî cezayên dîspîlînî yên ku her 3 mehan tê birîn, revandina rêber Ocalan, darizandina wî û girankirina tecrîda li ser wî kiryarên derqanûnî ne.

Xalid Omer anî ziman ku "Cezayên dîspîlînêʹʹ biryarên polîtîk in û bingehên qanûnî jê re tune ne. Omer diyar kir ku bi armanca girankirina tecrîdê ev ceza bi domdarî tê dirêjkirin.

MAFÊ HÊVIYÊ

Têkildarî girêdana "cezayên dîspîlînê" û biryara "mafê hêviyê" Omer got: "Dewleta Tirk berî demekê biryara bêparhiştina rêber Ocalan ji mafê hêviyê da. Mafê hêviyê mafekî rewa yê hemû girtiyên hetahetayî ye, an ku bêyî cezayên dîspîlînê jî rêber Ocalan ji vî mafî bêpar hatiye hiştin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji nû ve darizandina rêber Ocalan asteng bike ku 25 sal in bi bihaneyên ku metirsiyê dide ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk, girtî ye."

GAVÊN NE CIDÎ YÊN CPT'YÊ

Omer îşaret bi wê yekê kir ku CPT'yê di serdanên xwe yên ji bo Îmraliyê de tu gavên cidî neavêtine û got: "CPT, Meclisa Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwedî li erkê xwe yê der barê Rêber Ocalan de derneketine. Erka CPTʹyê ew e ku serdana girtîgehên li hemû dewletên ku li ser peymana qedexekirina îşkenceyê îmze kirine, bike, rewşa girtiyan bişopîne, bi raporên zelal rewşa wan diyar bike û dewletên ku îşkence li girtiyan dikin ceza bike."

Omer wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî ku CPT'yê berî demekê piştrast kir ku li Îmraliyê îşkenceya derûnî tê meşandin, lê dîsa jî me tu gavên wê yên cidî, heger bi rêya serdanên kêm ên ji bo Îmraliyê be, an jî bi rêya raporên nezelal ên der barê rewşa Îmraliyê de be nedîtin."

KETINA QONAXA TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ

Parêzer Omer bal kişand ser girîngiya domandina têkoşîna qanûnî ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û got: "Desteya me û parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya ji bo rakirina tecrîdê didomînin. Ji bo pêkanîna vê armancê gelek saziyên dîtir jî ava bûn."

Endamê Desteya Parastina birêz Abdullah Ocalan, parêzer Xalid Omer di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê ji bo gihandina dengê xwe û doza xwe li hemû saziyên hiqûqî xebatên xwe bidomînin. Doza me ne tenê rakirina tecrîdê, doza me pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e jî."

Parêzer Mistefa Muslim jî bal kişand ser "Cezayên dîsîplînê" û got: "Di rewşên asayî de cezayên dîspîlînê, wekî tedbîr in ku li girtiyan tên birîn ku wan bi cîhana derve re sînordar dikin ji bo ku tu sûcên din pêk neyîne, lê di rewşa rêber Ocalan de bihaneyên nerast û derew tên dayîn da ku têkiliya wî bi malbat û parêzerên wî re were qutkirin."

Muslim danî ziman ku cezayên ku dewleta Tirk a dagirker li rêber Ocalan biriye, bi armancên siyasî ne ku xwe dispêrin bingehên qanûnî yên dijberiya doza kurdî ya li Tirkiye û got: "Ma rêber Ocalan dê çi sûcan di girtîgehê de bike heta ku ceza lê were birîn û ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar were hiştin!"

Muslim destnîşan kir ku cezayên li rêber Ocalan hatine birîn derqanûnî ne û da zanîn ku li hemû dewletên cîhanê mafê girtî heye bi malbata xwe re têkildar be, lê belê rêber Ocalan ji vî mafî bêpar e.

Têkildarî  karê CPT'yê, parêzer Mistefa Muslim got: "Ev komîte di karê xwe yê der barê rêber Ocalan de ne serbixwe ye. Êdî têkiliya  CPTʹyê bi dewleta Tirk a dagirker re jî xuya dibe, nexasim di serdana xwe ya dawîn ya ji bo Îmraliyê de tu rapor û agahiyên fermî der barê rewşa rêber Ocalan de parve nekir."

(mh)

ANHA