Li Kobanê merasîma Mistefa Osman û bîranîna şehîd Yilmaz Basiya

Bi tevlêbûna bi sedan kesan cenazeyê şehîd Mistefa Osman (Çelo) li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin. Di merasîmê de gerîlayê HPGʹê Mahîr Eyûb (Yilmaz Basiya) ku di sala 2015ʹan de şehîd bûbû jî hat bibîranîn.

Li Kobanê merasîma Mistefa Osman û bîranîna şehîd Yilmaz Basiya
Li Kobanê merasîma Mistefa Osman û bîranîna şehîd Yilmaz Basiya
Li Kobanê merasîma Mistefa Osman û bîranîna şehîd Yilmaz Basiya
Li Kobanê merasîma Mistefa Osman û bîranîna şehîd Yilmaz Basiya
4 sibat, 2023   13:00
KOBANÊ

Li gel baranî berf jî bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo veşartin cenazeyê Mistefa Osman (Çelo) ku 1ʹê Sibatê ji ber nexweşiya şekir li nexweşxaneyeke Şamê şehîd bûbû, her wiha ji bo bîranîna gerîlayê HPGʹê Mahîr Eyûb (Yilmaz Basiya) yê ku 6ʹê Sibata 2015ʹan de li herêma Avaşînê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle kom bûn.

Di merasîmê de endamê TEV-DEMʹê yê herêma Firatê Mihemed Bekir axivî û bal kişand ser têkoşîna demdirêj a şehîd Çelo û got: "Di salên 1980ʹyî de dema ku şoreşa me di pêvajoya avabûnê de bû, şehîd Çelo kedeke mezin da. Şehîd Çelo deriyê mala xwe ji bo hemû welatparêzan vekiribû, şoreşgerek bû û di doza gelê xwe de dudilî nedibû. Şehîd Çelo em hîn kirin ku ji doza xwe û rêber Abdullah Ocalan û PKKʹê re dilsoz bin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî bi bîr xist ku şehîd Çelo ji pergalên serdest neditirsiya, ji ber têkoşîna xwe ji aliyê rejîma Şamê ve hat girtin, lê dîsa jî ji biryara xwe venegeriya.

Eyşe Efendî bi domdarî got: "Em gel bi salan hatibûn çewisandin, lê kesayetên mîna Çelo roleke mezin di şikenandina bendên tirsê de lîst. Ji ber vê yekê em bi wî û kesên mîna wî serbilind in."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîd Çelo û Yilmas Basiya hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Çelo li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.

(bb)

ANHA