ʹJi ber êrişên dewleta Îranê 22 kesan çavê xwe ji dest daneʹ

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 22 kesan di êrişên hêzên Îranê de çavê xwe ji dest dane.

ʹJi ber êrişên dewleta Îranê 22 kesan çavê xwe ji dest daneʹ
3 sibat, 2023   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber gule û êrişên hêzên Îranê 22 kes êdî nabînin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê piraniya wan jinên ciwanan û tê gotin ku dibe ku hejmara wan zêdetir be.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê vê kiryara hêzên ewlehiyê yên Îranê weke nemirovane û derveyî yasayê pênase dike û wiha tîne ziman: “Hêzên ewlekarî yên Îranê ev yek weke karekî sîstematîk ji bo tepeserkirina xwenîşandanên girseyî pêk anîne.”

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mihemed Emîn Muqedem got: “Yek ji gavên herî girîng dadgehkirna binpêkiriyên mafên mirovan e û pêkanîna edaletê ye, bi  rêya belgeyan eşkerekirina sûc e. Pêwîsitya vê jî bi hevkarî û tevlîbûna hemû welatiyan dibe.ʹʹ