​​​​​​​Greva birçîbûnê ya li Şamê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a ku ji aliyê Meclisa Kongra Star a taxa Zorava ya Şamê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû.

​​​​​​​Greva birçîbûnê ya li Şamê bi dawî bû
3 sibat, 2023   14:55
ŞAM

Bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re, Meclisa Kongra Star a taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê, duh greva birçîbûnê ji bo du rojan ragihandibû.

Di roja 2'emîn de şênî, di nav de endamên Komîteya Lihevanînê û Komîteya Çand û Hunerê yên taxê serdana kesên ketine grevê kir.

Bi navê Komîteya Lihevanînê endamên komîteyê Kîfa Ezîz û Ebdurehman Ferhan axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîst ên ku dixwazin îradeya gelê Kurd têk bibin ve hatiye hûnandin. Her wiha hate diyarkirin ku bi kombûna gel a li derdora rêber Ocalan ev komplo vala derket. Kesên axivîn soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

Her wiha endamê rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê Ehmed Kobanê wiha axivî: "Di serî de em vê çalakiya pîroz li rêber Ocalan û gelê Kurd pîroz dikin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin."

Piştre berdevka  Meclisa Kongra Star Newroz Xelîl wiha axivî: "Em dixwazin ji cîhanê re bibêjin ku têkoşîna me her didome. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em amade ne bi hefte û mehan jî bikevin grevê."

Çalakî bi siloganên şoreşgerî û bangên azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

 (mh)

ANHA