Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê bi dawî bû

Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê bi daxuyaniyekê bidawîbûna pêngavê ragihand û diyar kir ku di pêngavê de 127 çete û gumanbar hatine girtin.

Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê bi dawî bû
2 sibat, 2023   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê civîneke çapemeniyê li ber navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Deriyê ya Reqayê li dar xist. Di civînê de bidawîbûna pêngavê hate ragihandin.

Daxuyanî bi erebî ji aliyê fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen û bi zimanê kurdî ji aliyê ji fermandareke YPJʹê Ronahî Efrîn ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî di navbera 25ʹê Çileyê û 1ʹê Sibatê de operasyoneke berfireh a ewlehiyê ragihand. Di operasyonê de li Reqa û gundewarên wê, Tebqa û gundewarên wê, Sirîn û gundewarên wê bi dehan nuqte û baregehên muhtemel hatin hedefkirin û herêmên berfireh hatin paqijkirin. Operasyon li gorî plana ku hatibû danîn û li gorî dema ku hatibû diyarkirin bi rê ve çû û encamên bibandor li dijî tevger û planên rêxistina terorîst a DAIŞʹê bi dest xistin.

Li ser banga rûspî, şêxên eşîran û şêniyên herêmê Operasyona Tohildana Şehîdên Reqayê hate ragihandin. Ev operasyon ji ber agahiyên li ser zêdebûna tevgerên şaneyên rêxistina terorîst û şantajkirina şêniyan, nemaze piştî êrişa terorî ya nemerd a li dijî Navenda Hêzên Ewelariya Hundirîn û girtîgeha girtiyên rêxistinê ya li taxa Diriyê ya li Reqayê ku 26ʹê Kanûna borî hatibû kirin, hat ragihandin. Ji wê zêdetir rêxistina terorîst hewl dida ji nû ve mekanîzmaya şaneyên xwe saz bike û taktîkên xwe yên hedefkirin û kiryarên terorîst biguherîne da ku giraniyê bide belavkirina tevlihevî û kiryarên ji bo revandina endamên xwe.

Di operasyonên serdegirtin û lêgerînê de hêzên me 127 endamên şaneyên terorîst û yên gumanbar, her wiha “waliyê Reqayê” Etallah El Mîsan girtin. Her wiha şaneyeke terorîst hat bêbandorkirin. Wê şaneyê plana êrişa li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn danîbû û desteka lojîstîk pêşkêş kiribû. Di vê operasyonê de 4 kesên ku destê wan di revandina birîndarên êrişê de hebû, cih ji wan re peyda kir û teqemenî amade dikirin, hatin girtin. Her wiha miqdareke çek û cebilxane, pirtûk û belgeyên taybet ên rêxistina DAIŞʹê yên ji bo belavkirina fikrên terorî yên tundraw hatin desteserkirin.

Her wiha tunelên kevn hatin dîtin ku endamên rêxistinê di dema serweriya xwe ya li Reqayê de, xwe tê de vedişart.

Hêzên hevbeş di operaysona paqijkirinê de, endamên şaneyên terorî, di serî de endamên xeternak kontrol kirin. Her wiha kanalên peywendiyê yên di navbera wan de rûxandin, baregehên çalakiyên wan ên muhtemel rakirin û torên tevlêkirina endaman têk birin.

Em hêzên hevbeş ên Operasyona Tohildana Şehîdên Reqayê, helwesta şêniyên me yên li herêmên operasyonê silav dikin ku alîkarî, desteka pêwîst û bawerî dan hêzên me. Her wiha em rola rûspî û serokeşîran silav dikin ku dengê xwe li hemberî şaneyên veşartî yên terorîst bilind kirin û di hemû pêvajoyên operasyonê de destek da hêzên me. Em bidawîbûna operasyona lêgerînê radigihînin.

Hêzên me li gorî tê xwestin wê têkoşîna xwe û şopandina şaneyên terorîst dewam bike, baregehên şaneyên terorîst û planên wan ên bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmên me yên ku di oxira têkbirina hemû cureyên terorê bi hezaran şehîdan dane, têk bibin."

(bb)

ANHA