​​​​​​​Li Iraqê jinek ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin

Medya Iraqê ragihand ku duh li parêzgeha Dîwaniye bloggera Iraqî ya bi navê Teybe El Elî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

​​​​​​​Li Iraqê jinek ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin
2 sibat, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê ragihandî boggera Iraqî Teybe El Elî li parêzgeha Dîwaniye ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin. Piştre bavê wî bi xwe radestî hêzên emnî bû.

Li gorî heman çavkaniyê Teybe El Elî ji ber hinceta şerefê hatiye qetilkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku Teybe El Elî salek bû li dervey welat bû, piştî li ser daxwaza diya xwe vedigere li Bexdayê, ji aliyê malbatê ve rastî zext û gefan tê.

Di encama nakokiyên navbera wê û bavê wê de Teybe El Elî ji aliyê bavê xwe ve tê xeniqandin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ti daxuyaniyên fermî li ser buyerê û agahiyan nehatiye dayîn.