Ermeniyên Rojava ji bo Artsaxê bang li cîhanê kir

Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêça ku Azerbaycanê ev 50 roj e li ser Artsaxê dide meşandin, şermezar kir û banga alîkariyê li raya giştî ya cîhanê kir.

Ermeniyên Rojava ji bo Artsaxê bang li cîhanê kir
2 sibat, 2023   12:18
QAMIŞLO

Meclisa Civaka Ermenî û Yekitiya Jinên Ermenî li pêşiya avahiya Komîseriya Peneberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê dorpêça li ser herêma Artsax Ermenistanê ku ji aliyê Azerbaycanê ve 50 roj e tê meşandin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ku bi dehan welatiyên Ermenî û endamên saziyên sivîl beşdar bûn, pankarta "Na ji qirkirina nû ya li dijî gelê Ermenî re" hat vekirin.

Daxuyanî bi zimanê ermenî ji hêla endama Meclisa Civaka Ermenî Şaxa Qamişloyê Kohera Xecdorîn û bi zimanê erebî jî ji hêla endama Meclisa Civaka Ermenî ya Şaxa Hesekê Îmed Tetreyen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 50 roj e dewleta Azerbaycanê korîdora Laçînê girtiye û dorpêç daniye ser Artsaxê; nahêle xwarin, şîrê zarokan, derman û sotemenî derbas bibe û ev jî bûye sedema mirina gelek kesan.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji sala 1915’an ve li ser Artsaxê dorpêç heye û ji ber vê yekê heta niha nêzî 120 hezar kesî ji ber serma, birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye, niha jî nexweşî zêdetir bûne. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Azerbaycan dixwaze bi rêbazên kuştin, birçîkirin û koçberkirina bi darê zorê, Qerebaxê vala bike û dagir bike.

Di dawiya daxuyaniyê de êriş û dorpêça li ser Artsaxê hat şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî, raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku destekê bidin gelê Ermenî, dorpêçê bidin rakirin û êrişan bidin sekinandin. 

(zş/a)  

ANHA