Li Îran û Rojhilat xwepêşandanên dewam dikin, li derve jî çalakiyên pişgirtiyê

Serhildana bi dûrşma "Jin, Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Li derveyî welat jî çalakiyên piştgiriyê berdewam in.

Li Îran û Rojhilat xwepêşandanên dewam dikin, li derve jî çalakiyên pişgirtiyê
2 sibat, 2023   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal Komara Îslamî di navbera 1-11’ê Sibatê de salvegera serkeftina Şoreşa 1979’an ku wek şoreşa îslamî pênase dike, bibîrtîne. Salvegera îsal hemwextê mezintirîn û berfirehtirîn pêla xwepêşandana di nava 44 salên desthilata Komarê Îslamê de ye.

Duh di heman demê merasîmên 10 rojî yên Şoreşa 1979’an de, li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlamê, ciwan carek din daketin kolanan û dirûşmên dijî desthilatiyê berz kirin. Ciwanên Kurd ên li Abdanan, li maydana bajêr peykerek yê Besicî şewitandin û bi temamî xirabkirin.

Duh bi şev li Tebrîz jî kuleyek ya ragihandinê ku ji aliyê qenalek fermî ya dewletê ve dihat karanîn, ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin.

Li gel berdewambûna xwepêşandanan, girtin, revandin û windakirinên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve jî berdewam in. Duh bi dehan kes li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin binçavkirin.

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo 3 xwepêşanderên bi navê ‘Erşiya Berzîn, Kiyanuş Ezemî û Parsa Kerîmî’ bi giştî 58 meh cezayê girtîgehê û 222 qamçe lê hatin birrîn.

Di çerçoveya nerazîbûnên li dijî girtin û zexta li ser beşên cuda cuda yên civakê, duh Sendîkaya Azadiya Karkeran girtin, cezakirin û derxistina hêjmarek mamostayên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin. Her wiha destnîşankirin ku Wezareta Perwerdeyê bi şêweyên cuda cuda zextên li ser mamosteyan zêde kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmet zextê li mamosteyan, xwendekaran, karkeran û beşên din yên civakê dike û wiha hat gotin: “Ji bo çareserkirina beşekî biçûk yê krîza darayî û kêmkirina qeyranên kombûyî, ti pêngavek biçûk jî navêje, tenê tişta ku di xema wê de talankirina malên welat e.ʹʹ

Li derveyî welat jî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her ku diçe zêdetir dibe. Duh bi nameyekê 470 kesan ku hejmarek kesên ku xelata Nobelê girtîn jî navde bûn, bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina xwepêşanderên Îranê bi her awayî hewl bidin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca xwepêşanderên li Îranê redkirina desthilata tund ya olî ye, dirûşma wan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û daxwazek wan heye ew jî azadî ye û wiha hat domandin: “Serkeftina van xwepêşandanan tê wateya dawîbûna desthilatdariya dijminê jinan û ev jî xalek zivirînê ya mezine ji bo cîhanê.

Xwepêşdandanên ku ji meha Îlona 2022’yan ve berdewamin, qedera Komara Îslamî di 45. salvegera wê de vegerandine pêvajoya ber bi dawî hatinê.ʹʹ