Civînên serokên Ereb: Çi di odeyên girtî de diqewime?

Xuya ye ku hevpeymanên herêmî yên nû di odeyên girtî de tên sazkirin, nexasim piştî zêdebûna hevdîtinên serokên Ereb dûrî hêzên mezin di dema dawîn de. Ew yek jî nîşana krîz û nakokiyên di navbera wan de ye.

Civînên serokên Ereb: Çi di odeyên girtî de diqewime?
2 sibat, 2023   06:32
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Di çend rojên dawîn de gelek hevdîtinên dualî û sêalî û lûtkeyên biçûk di navbera serokên Erebî de dûrî hin serokên dewletên Ereban  yên din, pêk hatin.

17'ê Çileyê lûtkeyeke sêalî di navbera serokkomarê Misirê, serokê Filistînê û qiralê Urdinê de pêk hat.

Piştî wê bi kêmtirî 24 saetan serokomarê Misirê û qiralê Urdinê beşdarî lûtkeya şêwirmendî ya li Ebû Zebiyê bûn. Her wiha serokê Îmaratê, mîrê Behreyn, mîrê Qeter û sultanê Umanê beşdar bûn û gelek dewletên mezin wek Erebistana Siûdî, Kiwêt û Mexrib beşdar nebûn.

Piştî wê bi çend rojan qiralê Urdinê serdana paytexta Qeter, Dewhayê kir û li wir bi mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed re civiya.

Çavdêr diyar dikin ku ev hevdîtinên lezgîn nîşana zehmetî û nakokiyên li herêmê ne.

Her wiha dibêjin ku beşdarnebûna dewletên mezin di civînên wiha de nîşana avakirina hevpeymanên nû li herêmê ne.

NAKOKIYÊN CÎHANÎ

Şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Mihemed Ebadî ji ANHAʹyê re axivî, destnîşan kir ku serokên dewletên Ereban ji ber nakokiyên cîhanî neçar in ku berê xwe bidin hevgirtin û xwetemamkirinê, her wiha got, divê hemûnserokên dewletên Ereban li hember nakokiyên li seranserî cîhanê xwedî yek helwestê bin.

El Ebadî anî ziman ku bûyer û nakokiyên cîhanê bandorê li herêman Ereban dikin û got: "Krîza Rûsya û Ukraynayê her diçe kûrtir dibe, li deryaya başûr a Çînê jî rewş ne aram e, di navbera herdu Koryayan de jî nakokiyên çekan hene, li Rojhilata Navîn, Îsraîl û Îran bi hev re nakok in. Ev bûyer tevahî bandorê li cîhanê û di serî de li herêmên Ereban dikin."

Li gorî El Ebadî, bûyer û nakokî bandorê li aboriya dewletên paşketî dikinji ber wê jî lûtke û civînên erebî bi awayekî lezgîn pêk tên da ku helwesteke erebî ya tekane li hember krîzên cîhanê bê nîşandan. El Ebadî bi domdarî got:  "Nexasim ku herêma erebî jî xwedî gelek pirsgirêkin, wek guhertina hewayê, ewlehiya enerjiyê, xwarin, teror û doza Îranê û krîzên li Sûriyê û Yemenê û bandora wan li herêmê. Divê ev pirsgirêk werin çareserkirin. Her wiha doza Filistînê jî heye ku doza herî pêşîn a Ereban e, hemwextî wê jî gefên tevgerên olî yên Îsraîlê û mijarên mêtingerî û binpêkirina perestgehên îslamî hene. Divê ev pirsgirêk bi lezgînî werin çareserkirin."

El Ebadî da zanîn ku ev lûtke rola erebî ya li qada cîhanê dîsa derdixe pêş û diyar kir ku ev jî di warê navbeynkariyê de tiştekî baş e, weke ku Misirê ragihandibû ku ew dikare di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bike.

HEVPEYMANÊN NÛ

Her wiha, pisporê têkiliyên navneteweyî yê ji Mexribê Sebrî El Hewe destnîşan kir ku ev hevpeyivîn nîşan didin ku dewletên erebî guhertinên cîhanî pêşbîn dikin nexasim bi şerê Rûsya û Ukraynayê û nezelalbûna dawiya wê re, ku ev jî şerekî cîhanî ya nû ye.

El Hewe wiha domand: "Hevpeymanên nû yên cîhanî, parzemînî û herêmî ne ku bi awayekî lezgîn tên avakirin. Hevdîtinên serokên dewletên Ereban jî ji ber naskirina vê yekê ne, ku ew hewl didin nebin qurbaniyên van hevpeymanan.ʹʹ

El Hewe destnîşan kir ku dibe ku hevdîtinên serokên dewletên Ereban bi armanca ku biryar bidin ku ew ê tev li kîjan hevpeymanê bibin.

pisporê têkiliyên navneteweyî Sebrî El Hewe wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewletên erebî hewl didin hevgirtinekê çêkin, da ku li hember guhartinên nû yên navneteweyî bisekinin. Ew jî bi dînamîkên lez û bêîstîqrar tên naskirin. Pêdiviya wê jî bi xwendineke lez heye ku tu kes nebin qurban an jî ji li aliyekî nemîn."

(mh)

ANHA