ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  2-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  2-2-2023
1 sibat, 2023   23:00

-Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe ya 3'yemîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê li dar xist. Saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Melicsa Civaka Ermenî û Yekitiya Jinên Ermenî çalakiyekê ji bo piştgiriya Qerebaxê ku ji hêla hêzên Azerbeycanê ve dorpêç e, li pêş avahiya NY'yê ya li Qamişloyê li dar dixe. Saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star merasîma bîranîna şehîd Viyan Soran li hola navenda çandê ya li Til Birakê yê Qamişloyê li dar dixe. Saet 12:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Hesekê hemleya paqijiyê ku komîteya jîngehê û şaredariyan a Qamişloyê li dar dixe dest pê dike. Saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star hemwextî salvegera şehadeta têkoşer Viyan Soran li Heskê û navçeya Holê semînerekê li dar dixe. Saet 10:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Minbic û Tebqayê piştgiriya xwe ji Pêngava "Tolhildana Şehîdên Reqayê" re nîşan da û bang kir ku divê pêngavên zêde mîna vê, ji bo têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên eşîrên erebî bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna diyaloga bi dagirkerên xaka Sûriyeyê re diyalogê bi sûriyeyan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêhevala Fermandara YJA Starê Viyan Soran Necîbe Omer da zanîn ku peyama Ş. Viyan îro jî zindî ye, lewma divê herkes di  asta herî bilind de xwedî li wateya wê derkeve û li gorî wê tev bigere.

- Ji fermandarên YPJ'ê Diljîn Kobanê diyar kir ku YPJ di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de bi roleke girîng radibe û got "Dijmin li hemberî gelê me planên xwe yên qirêjî hene. Bersiva me diyar e û serkeftin dê ya me be." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelek cotkarên ku xwediyên zeviyên avî ne, li şûna jeneratoran, enerjiya tavê bi kar tînin da ku zeviyên xwe av bidin. Komîteyên Çandiniyê jî li gel hişkesaliyê cotkaran teşwîq dikin ku xwe bispêrin vê enerjiyê ku nûjen û dostê hawîrdorê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

- Li herêma Rojhilata Navîn gelek nîşaneyên ber bi bilindbûna rageşiyê ve hene. Ya herî girîng jî êrişa li ser avahiyeke leşkerî ya li Esfehanê ya Îranê, tetbîqatên leşkerî Amerîkî-Îsraîlê ne.

- Xuya ye ku hevpeymanên herêmî yên nû di odeyên girtî de tên sazkirin, nexasim piştî zêdebûna hevdîtinên serokên Ereb dûrî hêzên mezin di dema dawîn de. Ew yek jî nîşana krîz û nakokiyên di navbera wan de ye.

ANHA