Rûspiyên eşîrên erebî: Divê hikumeta Şamê bi sûriyeyan re diyalogê bike

Rûspiyên eşîrên erebî bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna diyaloga bi dagirkerên xaka Sûriyeyê re diyalogê bi sûriyeyan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike.

Rûspiyên eşîrên erebî: Divê hikumeta Şamê bi sûriyeyan re diyalogê bike
2 sibat, 2023   03:26
QAMIŞLO

Hemû beşên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîkbûna bi navbeynkariya Rûsyayê ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de li ser hesabê xaka Sûriyeyê û gelê wê red dikin.

Rûspî û şêxên eşîrên erebî bang li hikumeta Şamê kir ku nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê bi rêya pêkanîna diyalogeke cidî bi Rêveberiya Xweser re biparêze.

Girêdayî mijarê yek ji rûspiyên eşîra El Bo Xalib a ji êla Şerabîn, Ferec Îbrahîm Mela Hesen da zanîn ku hêzên navneteweyî û herêmî tenê li berjewendiyên xwe digerin û berjewendiyên sûriyeyan ne xema wan in û wiha got: "Gelê Sûriyeyê berjewendiyên xwe baş dizane û dizane çawa bi xwe pirsgirkên xwe çareser bike."

Mela Hesen hevdîtina hikumeta Şamê bi dewleta Tirk a dagirker re rexne kir û wiha domand: "Wan Sûriyê wêran kir, bi milyonan sûriyeyî qetil kirin û dan koçberkirin û xaka wan dagir kirin."

Mela Hesen diyar kir ku çareya herî guncaw ji krîza Sûriyeyê re di rûniştina sûriyeyan li ser maseyekê û nîqaşkirina pirsgirêkên xwe û çareserkirina wan e.

Her wiha Rêveberiya Xweser her tim dide xuyakirin ku ew ji bo diyalogê vekirî ye û bi çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyeyê bawer e.

Rûspiyê eşîra Benî Seba Ebdullah Ehmed El Ketmîr bi rûspiyê eşîra El Bo Xalib re li hev kir û wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji vê nêzîkbûnê berjewendiyên xwe pêk bîne û sûcên xwe bêyî tawîzdayînê binixumîne. Ev yek jî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê xeteriyek e."

El Ketmîr wiha domand: "Em armanca dewleta Tirk ji vê nêzîkbûnê baş dizanin. Ew hewl dide raya giştî ya Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên serokatiyê bixapîne."

El Ketmîr bang li hikumeta Şamê kir ku ji dêvla diyalogê bi dagirkeriya xaka Sûriyeyê re dike, divê bi sûriyeyan re bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye. Ew yek jî bi rêya hevgirtina pêkhateyan pêkan e, da ku rêveberiya xwe bi pêş bixin û li hember hemû siyasetên li dijî gelan bisekinin."

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El Bo Asî Mihemed Muslih El Yûsif wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker amade ye hemû tawîzan bide Rûsya û Şamê da ku erêkirina wêrankirina projeya Rêveberiya Xweser wergire."

El Yûsif wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tedbîrên diyalogeke cidî di navbera aliyên Sûriyeyê de bên kirin û bidin yek da ku li hember komplo û siyasetên bi armancên mêtingeriyê û dagirkriina Sûriyeyê bisekinin."

(fr)

ANHA