​​​​​​​Di rêzeêrişan de gelek endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Di encama topbarana çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) li dijî baregeha hêzên hikûmeta Şamê ya Idlibê de, 8 leşker hatin kuştin. Her wiha di encama 2 teqînên li Derayê de gelek endamên hêzên ewlehiya hundirîn birîndar bûn.

​​​​​​​Di rêzeêrişan de gelek endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin
1 sibat, 2023   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam baregeheke hêzên hikûmeta Şamê ya li nêzî bajarokê Keferoma yê başûrê Idlibê hedef girt, di encamê de 8 leşker, ji wan efserek, hatin kuştin.

Ragihandina fermî ya hikûmeta Şamê der barê vê êrişê tu agahî nedan.

Her wiha, ajansa nûçeyan a Sanayê ya fermî ya bi ser hikumeta Şamê ve da zanîn ku Wezareta Hundirîn a Sûriyê ragihand ku 6 endamên hêzên ewlehiya hundirîn di encama 2 teqînên li dijî dewriyeyeke li ser rêya Mizêrîb-Yadode ya Derayê de birîndar bûn.

(mh)