​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike

Hemleya komkirina îmzeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam dike û îro jî li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê bû.

​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike
1 sibat, 2023   16:51
DÊRAZOR

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûrî bi diruşma "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir" da destpêkirin û îro jî hemle li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê bû û li tevahî taxên wê îmze hatin komkirin.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Navenda Yekitiya Werzîşê li Dêrazorê Kufa El Mihemed wiha got: "Me îmzeyên ji bo banga azadiya fîzkî ya Rêber Ocalan li Kîsra yê rojavayê Dêrazorê kom kirin."

Kufa wiha domand: "Armanca me ji komkirina îmzeyan ew e ku ji aliyên hiqûqî yên berpirsê mafên girtiyan re van îmzeyan pêşkêş bikin, da ku îsbat bikin ku bi milyonan mirov li pey rêbertî ne û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin."

Kufa bang li şêniyan kir ku tev li hemleyê bin ku îmzeyan kom bikin.

Tê payîn hemle heta 15'ê Sibatê ku dikeve salvegera 24'an a dîlgirtina Rêber Ocalan, dewam bike.

(fr)

ANHA