Parastina Jîngeh û Aboriya Herêmî li paş biryara rawestandina anîna erebeyan e

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şewqî Mihemed diyar kir ku desteyê ji ber sedemên hawîrdorî û aborî, biryara rawestandina anîna erebeyan ji derve stendiye.

Parastina Jîngeh û Aboriya Herêmî li paş biryara rawestandina anîna erebeyan e
1 sibat, 2023   05:40
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîna erebeyan ji derveyî herêmê ji 21`ê Çileyê heta 4 mehan rawestand.

Hevserokê Desteya Aboriyê Mihemed Şewqî Mihemed sedemên standina vê biryarê şîrove kirin.

Mihemed got: “Gelek sedemên standina vê biryarê hene, hin girêdayî aboriya herêmê ne û hin jî girêdayî tenduristî û ekolojiyê ne.”

Mihemed destnîşan kir ku biryar di aliyê aborî de bandoreke wê ya mezin heye, li rex wê parastina pereyên biyanî li herêmê û hewldana derxistina wan pereyan ber bi derve ve û wiha domand: “Ev pere dê sûdê li aboriya herêmê bikin û dê di projeyên li herêmê de werin bikaranîn û kar ji şêniyan re peyda dike.”

Mihemed diyar kir ku ji wesayît û erebeyan bêtir, pêwîstiya qada çandiniyê bi sotemeniyê heye.

Mihemed di dawiyê de got: “Em dizanin ku hejmara erebeyan li herêmê zêde bûye. Ev jî bandor li hawîrdorê û tenduristiya mirov dike.”

(şx)

ANHA