Blinken bi serokkomarê Misirê re civiya

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de ku dê 3 rojan dewam bike, bi serkkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî re civiya.

 Blinken bi serokkomarê Misirê re civiya
30 ÇILE, 2023   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken li Qahîreyê bi serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî û wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re civiya.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyekê de got Anthony Blinken di civîna îro ya li Qahîreyê ya li gel Sîsî de xebatên ji bo kêmkirina aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de nîqaş kirin.

Ned Price got Blinken girîngiya desteka navneteweyî ya yekbûyî ya ji bo pêkanîna hilbijartinan li Lîbyayê destnîşan kir û bal kişand ser girîngiya lihevkirina siyasî ya Sûdanê.

Antony Blinken dê îro biçe Qudisê û bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive. Her wiha dê li Ramallayê jî bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re hevdîtinê bike.

(bb)

ANHA