135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn

135 cangoriyên azadiyê û yên Pêngava Gurzê Gelan ên di meha Çileyê de şehîd bûne, li Hesekê hatin bîranîn.

135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
135 cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
30 ÇILE, 2023   11:01
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîmê bîranîna 135 şehîdên meha Çileyê, di nav de şehîdên Pêngava Gurzê Gelan li dar xist.

Di Pêngava Gurzê Gelan a ku QSDʹê 20ʹê Çileya 2022ʹyan li dijî êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ragihdibûn de 121 sivîl, şervan û karkerên girtîgehê şehîd bûn.

Merasîm bi beşdarbûna bi sedan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî li Hola Reşo ya li taxa Mişêrfê ya Hesekê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Cemal Ebdo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehadet heqîqet e. Em malbatên şehîdan divê em li ser xeta şehîdan bimeşin, nirx û destkeftiyên ku bi destxistine biparêzin û armancên wan bi cih bînin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen jî got: "Em ne aşiqê xwîn û şeran in. Armanca me jiyaneke azad û bi rûmet bijîn."

Hesen anî ziman ku ew ê bi hemû hêza xwe xaka xwe biparêzin û wiha domand: "Her çi qasî dijmin êrişên xwe li ser herêmê zêde bike, nikare îradeya me lawaz bike. Em ji çekên wê natirsin. Em ê bi hemû hêza xwe xak û herêmên xwe biparêzin."

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de û wêneyên 135 şehîdan hat pêşandan.

(bb)

ANHA