100 malbatên êzidî vegeriyan malên xwe

Konsolxaneya DYA’yê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku nêzî 100 malbatên êzidî vegeriyan ser xaka xwe.

100 malbatên êzidî vegeriyan malên xwe
30 ÇILE, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 100 malbatên êzidî karîn ji wargehan derkevin û vegerin ser malên xwe yên li Til Izêr a Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jî nêzî 400 malbatên din ên êzidî di wargehan de dijîn.