Li Pakistanê di qezayekê de 40 kes mirin

Hikumeta Pakistanê ragihand ku li rojavayê welat otobusek di pirekê de qelibiye. Di encama qezayê de 40 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Pakistanê di qezayekê de 40 kes mirin
29 ÇILE, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li rojavayê Pakistanê otobusek ku 48 kes tê de bûn, di pirekê de qelibiye û piştre teqiyaye.

Hat ragihandin ku di encama qezayê de 40 kesan jiyana xwe ji dest da û tîmên lêkolînê berê xwe dane cihê buyerê.