Komxebata Endazyariyê di roja yekemîn de bi dawî bû

Beşdarên Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku pergala netewdewlet a serdest sedema guhertina demografî ye û projeya neteweya demokratîk ji hemû pirsgirêkan re çareserî ye.

Komxebata Endazyariyê di roja yekemîn de bi dawî bû
28 ÇILE, 2023   17:59
HESEKÊ

Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja yekemîn de bi rûniştina sêyemîn bi dawî bû.

Rûniştinê sêyemîn a bi navê "Bandora siyasetê li sîstema bajarvanî û endazyariya niştecihbûnê" ji aliyê hevserokê Koordînatorê Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulîlah Mistefa ve hat birêvebirin.

Di vê rûniştinê de 3 mijarên sereke hatin şîrovekirin.

Mijara yekemîn a bi sernavê "Siyaseta dewleta Sûriyeyê li hemberî herêmê, qanûnên îstîsna yên têkildar milkan, makanîzmya kirîn û firotina milkan" ji aliyê pisporê qanûna  navneteweyî yê Navenda Firat a Lêkolînan Dr. Fadil Mihemed ve hat şîrovekirin.

Fadil Mihemed got: " Pirsgirêka mal û milk û binpêkirinên mafên milkiyetê li Sûriyê ne nû ne. Ev pirsgirêk ne tenê encama şerê ku ev zêdetirî deh sal in welat wêran kiriye, lê koka vê pirsgirêkê vedigere salên 50ʹî yên sedsala borî, dema ku gelek qanûn, biryarên qanûnî yên îdarî hatin derxistin ku hin caran mafê Sûriyê bêpar dihiştin. Di radeya yekemîn de niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber van qanûnan ziyan dîtin."

Fadil Mihemed diyar kir ku dîroka pêşketina qanûnên milkiyetê li Sûriyeyê li gorî du pêvajoyên sereke tên dabeşkirin û wiha domand: "Pêvajoya yekemîn ji avakirina dewleta Sûriyeyê ve di sala 1920ʹî de dest pê dike heta dîroka derxistina qanûna medenî di sala 1949ʹan de anku dema ketina Fransa ya li Sûriyeyê ye. Di vê demê de biryara 3339ʹan ji aliyê komserê bilind ê fransî ve hat derxistin û bi derxistina qanûna medenî ya Sûriyeyê di sala 1949ʹan bi dawî bû. Pêvajoya duyemîn jî sala 1950ʹî dest pê kir û heta niha dewam dike. "

Mijara duyemîn a bi navê "Guhertina demgorafî li herêmên dagirkirî" ji aliyê endama Navenda Dîplomasiya Civakî endazyar Nûrşan Hisên ve hat şîrovekirin.

Nûrşan Hisên got: "Tevahî gel bi hev re dijîn û pirrengiya çandî, lê netewdewlet dixwaze civakeke homojen ava bike. Ev yek jî sîstemên herî xeternak û bi pirsgirêk e."

Nûrşan Hisên bal kişand ser siyasetên guhertina demografî ya li Sûriyeyê û wiha domand: "Rejîma Sûriyeye bi rêya şer û topên ku li dijî sûriyan bi kar dianî xwest demgorafiya herêmê biguherîne û pêkhateya suna li herêmê bi cih bîne. Îran jî di bin sîwana hîlala şîa de û hewla kirîna beşekî mezin ji erdîngariya Sûriyeyê û anîna şîayan li herêmê bi taybet li herêmên sînorê Sûriye-Lubnanê xwest demografiya herêmê biguherîne.

 

Dewleta Tirk jî li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Cerablusê guhertina demografîk pêk tîne. Ji wê zêdetir siyasetên ji bo qirkirkirina kurdan û tevahî pêkhateyên ku bi pergala nenavendî bawer in tên birêvebirin. Li Serêkaniyê 400 malbat li şûna niştecihên resen hatine bicihkirin û bi desteka Qeter, Tirkiye û Filistînê avahiyên mêtîngeriyê tên avakirin."

Nûrşan Hisên bi bîr xist ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî şêwazê bajar diguherîne, bi şêwazê osmaniyan mizgeftan ava dike û zimanê tirkî ferz dike.

Ji bo rêgirtina li ber pirsgirêka guhertina demograf, Nûşan Hisên ev çareserî pêşkêş kirin "Divê Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê ji bêdengiya xwe derkevin. Ji bo rêgirtina li ber koçberiyê jî divê komîteyeke navneteweyî were avakirin. Divê di bin sîwana navneteweyî de xebatên vegerandina koçberan li warê xwe were meşandin. Divê projeyên jinûve avakirinê li herêmên dagirkirî ji aliyê civaka navneteweyî ve werin pêşxistin."

Mijara din a bi navê "Mêtîngeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêʹʹ ji aliyê pisporê qanûna navneteweyî –hevserokê Zanîngeha Şerq Dr. Hesen El Îsa ve hat şîrovekirin.

Hesen Îsa got: "Dema ku aloziyên siyasî hebin wê demê wê kampên koçberan jî hebin. Dema ku koçberî demkî be wê plan tune bin. Di enamê de wê bandorê wê li mîrateya şaristanî, çandinî û avê hebin. Mînak: li Efrînê, li ser hesabê birîna daran kamp tên avakirin. Ev yek bandoreke heta demeke dirêj li ax û jîngehê dike."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Di nêrînên ku derketine pêş de hate gotin, siyasetên dewlet netewe sedemên sereke yên van pirsgirêkan in. Her wiha hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk ji hemû pirsgirêkan re çareserî ye.

Komxebat wê sibe saet  di 09:00ʹan de dewam bike û mijarên 4ʹemîn û 5ʹemîn werin nîqaşkirin

(bb)

ANHA