Di Komxebata Endazyariyê de rêbazên bidawîkirina diyardeyên neyinî yên avakirinê

Di Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin, pêwîst e planeke were dayîn ku li gorî rewşa civakî be ku sîstema avahîsazî ya heyî di ber çavan re were derbaskirin. Her wiha xwestin ku planek ji bo çareserkirina avahiyên bêserûber were danîn.

Di Komxebata Endazyariyê de rêbazên bidawîkirina diyardeyên neyinî yên avakirinê
28 ÇILE, 2023   16:03
HESEKÊ

Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Gund û bajarên ‎ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanî” li Hola Serdem a Hesekê dewam dike.

Piştî pêşandana belgefîlmê li ser rewşa bajarvanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê komîteya amadekar a komxebatê ve hatibû amadekirin, rûniştina yemekemîn a komxebatê ya bi sernavê "Rewşa sîstema bajarvaniyê" dest pê kir.

Endazyara petrolkîmya û endama Yekitiya Endzyaran Hêvî Selahedîn Hesen ev mijar bi rêve bir.

Endazyar û rêvebera Zanîngeha Rojava Diyala Yûsif semînerek li ser sîstema bajarvanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di semînrê de behsa cografiya û dîroka herêmê kir. Her wiha bal kişend ser pirsgirêkên bajarvanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, ʹʹSedema van pirsgirêkan, avahiyên bêserûber, lawazbûna kadroyên teknîkî yên warê plana avahîsaziyê, avakirina projeyên ne rûsxetkirî û pirbûna niştecihan e.ʹʹ

Mijara duyemîn a bi navê "Rola ekolojîk a sîstema bajarvanî li cihên niştecihbûnê" ji aliyê endazyara kîmya û ekolojîk a li Îtalyayê Helen Carson ve hat birêvebirin.

Helen Carson bi wêneyan hin faktorên xwezayê û bandorên wan ên li ser jîngehê nîşan da.

Helen Carson got: "Em dikarin bi xwezaya heyî re bijîn. Divê rêyên aktîf hebin da ku pirsigêrêka bajarvaniyê were çareserkirin. Mînakî di mijara bikaranîna avê de divê em xwe bispêrin rêyên vezîvirandin û ji nû ve hilbirandina avê. Lê di rastiyê de li şûna rêgezên veguhestinê yên taybet, ku qerebalixa erebeyan kêm bike û qirêjiya hawîrdorê kêm dike em veguhestina giştî teşwîq dikin. Di warê çandiniyê de jî li şûna semada xwezayê ya hertî tendurist û aktîf em semada kîmyawî bi kar tînin."

Mijara sêyemîn a komxebatê, ji aliyê endazayara di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê de Kewser Mihemed ve hat birêvebirin. Kewser Mihemed bal kişand ser nîvîsgehên plansaziya bajarvanî û rola wan di çareserkirina pirsgirêkên binpêkirinên planên rêxistinkirî de.

Kewser Mihemed diyar kir ku armanca plansaziya bajarvaniyê nirxandina jiyana bajarvanî û gundewarî û dîtina çareseriyên endazyariyê ji bo pirsgirêkên bajarî yên wekî enflasyona nifûsê, qarbalexa trafîkê û birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê ye.

Beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin, anîn ziman ku divê plan werin danîn ku li gorî rewşa herêmê be, rewşa civakî di ber çavan re were girtin, sîstema bajarvanî were parastin û pêşxistin. Her wiha xwestin ku gundên ekolojîk werin avakirin.

Rûniştina duyemîn a bi navnîşana "Qanûnên rêxistinkirina xebatên şaredariyan" ji aliyê hevseroka Peymangeha Lêkolînên Bilind a Zanistên Civakî û Mirovî Jiyan Mihemed Elî  Seyd Silo ve hat birêvebirin. Jiyan bixêrhatina beşdaran kir, piştre endazyar Ebdulhelîm Îbrahîm li ser "sîstema kontrokirina avahîsaziyê" semînerek da.

Îbrahîm bal kişand ser şertên avakirin û tedîbîrên ku divê werin girtin. Her wiha anî ziman ku beriya her avakirinekê divê destûr ji hêla aliyên têkildarî ve were dayîn.

Mijara duyemîn bi sernavê "Şertên avakirin, şerên wergirtina ruxsetên derveyî planên rêxistinkirî yên avakirina niştecihbûnê, pêşesazî, tûrîzmî  û çandinî" bû. Ev mijar ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Bozan ve hat birêvebirin.

Medya Bozan qanûnên avakirina malên çandiniyê pênase kir û got: "Li gorî qanûnan, divê herî kêm rûbera milkê 5 hezar metrekab e û dûrbûna ji rêyên giştî ne kêmtir ji 10 metre ye."

Mijara sêyemîn a bi navê "Qanûna 5ʹan a binpêkirinan, rewşa civakî û fikrî  û bandora wê li ser xebatên avakirinê û pêkanîna qanûnan" ji aliyê endazyarê medenî yê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Şoreşvan Elî ve hat birêvebirin.

Şoreşvan Elî diyar kir ku li dewletên cîhanê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka parastina jîngeha şaristanî pirsgirêkeke zehmet e û got: "Ji aliyên vê pirsgirêkê, avakirinên bêserûber û binpêkirinên qanûnên avakirinê ne ku li bajarên me hene. "

Têkildarî çareseriyan Şoreşvan Elî ev xal anîn ziman "Divê nivîsgehên belgekirina milkan li rêveberiyên xweser werin vekirin. Divê komîteyên teknîkî yên pispor werin avakirin da ku li planên rêxistinkirî yên kevin vegerin û wan nûkirin. Her wiha divê komîteyên pispor werin avakirin da ku rêveçûna qanûna binpêkirinan a hejmara 5ʹan bişopînin. Divê beşa topografî di peymangehên endazyariyê yên zanîngeha Rojava de were vekirin. Ji bo hişyarkirina xelkê ji diyardeyên binpêkirinan û bandorên wê yên neyinî yên li jîngeh û tenduristiyê, divê rola ragihandinê were aktîfkirin. Ji Odeya Endazyaran, komîteyek were avakirin. Erka vê komîteyê tenê proeyên li gorî makanîzmeya ku desteyên şaredariyan û Yekitiya Endaziyaran lihev kirine, bi rêve bibe. "

Beşdaran diyar kir ku divê li gorî qanûnên li herêmên Rêveberiya Xweser rê li ber binpêkirinên nû were girtin, civak ji xeterî û ziyanên binpêkirinên were hişyarkirin. Her wiha xwestin çareseriyeke ji binpêkirinên avahîsaziyan were dîtin.

Komxebat bi rûniştina sêyemîn a bi navê "Bandora siyasetê li sîstema bajarvanî û endazyariya niştecihbûnê" didome. Ev mijar ji aliyê hevserokê Koordînatorê Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulîlah Mistefa ve tê birêvebirin.

Komxebat wê sibe bi dawî bibe.

ANHA