​​​​​​​Hêzên Rûsyayê pêl zarokekî kir

Hêzên Rûsyayê yên li Eyn Îsayê dewrî digerandin, pêl zarokekî kir.

​​​​​​​Hêzên Rûsyayê pêl zarokekî kir
28 ÇILE, 2023   14:50
REQA

Hêzên Rûsyayê yên ku li navçeya Eyn Îsayayê dewrî digerand, pêl zarokê bi navê Dijwar Ferîdon Mihemed (15) kir.

Bavê Dijwar, Ferîdon Mehmûd ev agahî dan ANHAʹyê, "Hêzên Rûsyayê berovajî xeta trafîkê derbas dibûn, li zarok qelibî û wî li erdê hişt. Eger şêniyên bajarê Eyn Îsayê li pêşiya dewriyeyê ranebûbûna wê dewriye bireviya û zarok li erdê bihişta."

/ar/uploads/files/2023/01/28/133912_frydwn-mhmwd.webp

Ferîdon Mehmûd diyar kir ku kurê wî veguhestin Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a li Eyn Îsayê, piştre wî birin Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê.

Mehmûd anî ziman ku hestiyê hewz û herdu lingên kurê wî şikestine.

Bavê Dijwar Mehmûd bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji kesên ku kurê wî birîndar kirine bipirsin.

(bb)

ANHA